-
Xwenîşandana gelê Tirkîyê dijî jînosayda Israyîlê
Mijdar 26, 2024 20:15Welatîyên tirkyeyî daketin kolannê Istenbolê û cinayet û jînosayda hovane ya ku dagirkerên israyîlî himberî gelên Xezze û Libnanê dimeşînin, şermezar kirin.
-
Îran mezintirîn gorîyê çekên kîmyewî
Mijdar 26, 2024 20:09Serokê Beşa Hiqûq û Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê di dewra 29an a Konfiransa Salê ya Welatên Endamê Konvansîyona Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Laheyê da pêgirî kir ku Îran mezintirîn gorîyê çekên kîmyewî di dewrana hevdem da ye û bi tundî cinayetên Rejîma Sîyonîst ên himberî gelên Filistîn û Libnanê şermezar kirin.
-
Borrell: Israyîl divê agirbesê qebûl bike
Mijdar 26, 2024 18:50Berpirsê Sîyaseta Derve ya YEyê pêgirî kir ku pêwîst e Tel Avîv agirbesê qebûl bike.
-
Êrişên Hizbullahê ser Erdên Dagirbûyî
Mijdar 26, 2024 18:45Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê di dewama operasyonên dijî rejîma dagirkir da, careka din êrişî bajarok û bajarên bakura Filistîna Dagirbûyî kir.
-
Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê
Mijdar 26, 2024 18:20Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê di 24 saetên derbasbûyî da 3 cinayet li Zîvala Xezzeyê pêk anîn.
-
Rêberê Giranqedr ê Şoreşê: Hizr û ramana Besîcî sedema sereke ya têkbirina pîlanên îstikbarê ye
Mijdar 25, 2024 20:36Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî li hevdîtina bi hezaran kes ji çîn û qatên curbicur ên Besîcî yên Îranê bal kişand ser wê yekê ku mekteb û hizr û ramana Besîcî ser du bingehên baweriya bi Xwedê û bawerkirina xwe hatiye avakirin û diyar kir: Ev du taybetmendiyên herîbaş dê bibin sedema têkbirina siyaset û pîlanên îstikbara cîhanî bin.
-
Zêdebûna hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê bo 44 hezar û 235 kesî
Mijdar 25, 2024 17:40Hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji destpêka destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê ji 7`ê Cotmeha sala 2023`an ve heta niha gihêştiye 44 hezar û 235 kes û hejmara birîndaran jî rabû 104 hezar û 638 kesî.
-
Pederson: Nabe Sûrîye kaşî nav pevçûnên li herêmê bê kirin
Mijdar 24, 2024 18:46Şandîyê Taybet ê Sersekreterê NY bo Sûrîyê pêgirî kir ku pêwîst e şerê li Libnan û Xezzeyê were sekinandin û Sûrîye kaşî nav gêre û pevçûnên li navçeyê neyê kirin.
-
Hekkirina şirketeke Yekîneya Sîxorîyê ya 8200 a artêşa Rejîma Sîyonîst
Mijdar 24, 2024 18:46Koma sayberî ya Henzele li gorî çend wêneyan idia kir ku şirketa herî mezin û bixof a sîxorîyê ya ser bi Yekîneya 8200 ya artêşa Rejîma Sîyonîst bi navê Sîlîkam hek kirîye û hemî lêzanînên gellek nihênî ji wan hemî îmêyl, name, belgeyên idarî û darayî, belgeyên lêkolîn û pêşxistinê, peywendî û hwd xistîye destê xwe û jê birîye.
-
Êrişa giran a Hizbullahê ya bi mûşekan ser Tel Avîvê
Mijdar 24, 2024 18:46Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê bi mûşekan bi awayekî tund û giran êrişî Tel Avîvê kir.