Xeta hejarîyê li Tirkîyê jorda çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352551-xeta_hejarîyê_li_tirkîyê_jorda_çû
Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Karmendên Tirkîyê ragihand xeta hejarîyê li Tirkîyê gihîştîye 79 hezar û 948 lîreyî û destmiza bingeh û kêm a karkeran ji asta xeta birsîbûnê kêmtir e.
(last modified 2024-12-18T11:19:31+00:00 )
Kanûn 18, 2024 14:35 Asia/Tehran
  • Xeta hejarîyê li Tirkîyê jorda çû

Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Karmendên Tirkîyê ragihand xeta hejarîyê li Tirkîyê gihîştîye 79 hezar û 948 lîreyî û destmiza bingeh û kêm a karkeran ji asta xeta birsîbûnê kêmtir e.

Ozer Avanaş Serokê Sendîkaya Karmendan a Tirkîyê ji ber rewşa jîyanê ya welatîyan li şarên mezin rexne kir û got ku karmendên hikûmetê sedî 80yê derhata xwe didin kirêya malê.

Wî herwiha got: Gellek karmendên hikûmetê neçar in ku bi awayê çend malbat di malekê da yan jî li malên wek yên xwendekran bijîn. 

Avanaş pêşbînî kir ku asta herî kêm a destmizê di sala 2025ê da hela jî yê kêmtir ji asta xeta birsîbûnê be.