Wezareta Tendrsutiya Lîbyayê îro yekşemê ragehand hejamra goriyên pevçûnên li bajarê Terablusa paytexta vî welatî derket 32 kuştî û 159 birîndaran.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku em daxwazê ji aliyên beşdarên şerê li Lîbyayê dikin ku ji bo çareserkirin û derketina ji xitimîna siyasî ya li welatê xwe bikevin diyalogeke rasteqîne.
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, îro xwepêşandêrên girêdayî komên cuda êrişî navenda komîseriya bilind a hilbijartinan a li Terablusê kir û hilbijartinên ku dê 24`ê Kanûnê bên lidarxistin red kir.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî der barê rewşa Lîbyayê de du civînan li dar dixe, yek girtî ye û ya din jî vekirî ye. Ev civîn piştî kiryarên hikumeta Wîfaqê li dijî xwepêşandêran li paytext Terablusê derketin, pêk hat.
Çeteyên ku Dewleta Tirkiyê ew rêkirin Lîbyayê, li xwe mikur hatin ku wan "sûcên dizîn û talankirinê der heqê malên gelê Lîbyayê de" pêk anîne.
Li paytexta Lîbyayê, Terablusê gel li dijî hikumeta Wîfaqê daketin qadan. Çekdarên girêdayî bi Tirkiyê gule li xwepêşanderan reşandin.