Xwepêşandêran êrişî navenda komîseriya hilbijartinan a Lîbyayê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330528-xwepêşandêran_êrişî_navenda_komîseriya_hilbijartinan_a_lîbyayê_kir
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, îro xwepêşandêrên girêdayî komên cuda êrişî navenda komîseriya bilind a hilbijartinan a li Terablusê kir û hilbijartinên ku dê 24`ê Kanûnê bên lidarxistin red kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2021 12:26 Asia/Tehran
  •  Xwepêşandêran êrişî navenda komîseriya hilbijartinan a Lîbyayê kir

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, îro xwepêşandêrên girêdayî komên cuda êrişî navenda komîseriya bilind a hilbijartinan a li Terablusê kir û hilbijartinên ku dê 24`ê Kanûnê bên lidarxistin red kir.

Dezgehên çapemenî yên Lîbyayê dîmen weşandin ku tê de diyar dibe şevê din bi dehan kes êrişî navenda komîseriya bilind a hilbijartinan li Terablusê dikin.

Êrişkar dixwazin ku konê çalakiyê li pêşiya navendê vekin da ku hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê ku dê 24`ê Kanûnê werin lidarxistin, red bikin.

Lê cîgirê serokê komîseriya hilbijartinên Lîbyayê Abdullhekîm El-Şeab êrişa xwepêşandêran li djiî navendê derewand.