Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, merasima rêpêdana li destpêkirina erkê serokomar, rûpela dawîn a pirtûkeka têr û tijî da zanîn ku xelkê Îranê û karbidestên hilbijartina 14`an, di koma şanaziyên gel da, mayinde kirin.
Mesûd Pizişkîyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê ser çareserkirina pirsgirêkên xelkê bi rêya hevanegî, hevdilî û hevfikirînê teqez kir.
Muhemed-Baqir Qalîbaf Serok û nûnerên dora 12an a Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê sibeha îro Yekşemiyê, 21ê Tîrmeha 2024an bi amadebûna li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) digel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hevdîtin pêk anîn.
Welîehdê Erebistana Seûdî hilbijartina Mesûd Pizişkîyan wek Serokkomarê Îranê li wî pîroz kir.
Konseya Yekîtiya Ewropayê bi hincetên pûç û bi xerez boykotên xwe yên yekalî li dijî Komara Îslamî ya Îranê dirêj kirin.
Mihemed Moxbir Sergêrê Serokkomariyê û endamên Desteya Hikûmeta Sêzdehem a Îranê duh beriya nîvro bi amadebûna li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) digel Rêberê Înqilabê hevdîtin pêk anîn.
Rêûrisma rizgirtina li Şehîdên Rêya Xizmetê, Şehîd Reîsî Serokkomarê berê yê Îranê, Şehîd Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve û hevrêyên wan li bajarê Şamê, paytexta Sûriyê hat lidarxistin.
Di dewama peywendiyên bi rêya telefonê yên rayedarên welatan bi serokkomarê bijartî yê Îranê re, Muhemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê û û Serokkomarê Srîlankayê di têkiliyên xwe bi Pizişkiyan re ser berfirehkirina peywendiyên welatên xwe bi Îranê re pêgirî kirin.
Di qonaxa duyem a Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê da Mesûd Pizişkîyan wek Serokkomarê nehem ê Komara Îslamî ya Îranê hat hilbijartin; em raporekê di vî warî da bi hev ra bibînin.
Ednan Memsûr Wezîrê Karên Derve yê Libnanê yê berê got, Hilbijartina Serokkomarê nû li Îranê di demeke kurt da şiyana vî welatî nîşan dide.