300 dezgehên Kaneksê ku ji hêla Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ve hatine pêşkêşkirin dê îro li devera erdhejgirtî ya Sîsexta parêzgehên Kohkiluyeh û Boyer-Ehmed a Îranê werin belav kirin û danîna wan were despêkirin.
Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li serdana bo deverên zirardîtî ji ber erdhejê li bajarê Sîsextê diyar kir ku rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî fermana taybetî daye ji bi alîkarîkirin bo xelkê vî bajarî.
Rêveberê Civata Heyva Sor a parêzgeha Kuhkîlûye û Bûrêy Ehmedê ya Îranê got: Li gorî amara herî dawî, hejmara birîndarên erdheja 5.6 rîşterî ya Sîsextê gihîşte 61 kesî.
Rêxistina Awarte ya Îranê ragihand: Heta niha 44 kes ji wan 4 kes li Simîromê û 40 kes li şaristana Dinayê ji ber erdheja 5.6 rîşterî li şaristanên Yasûc û Sîsextê (başûrê rojavayê Îranê) birîndar bûne.