Hejmara birîndarên erdheja Sîsextê gihîşte 61 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324217-hejmara_birîndarên_erdheja_sîsextê_gihîşte_61_kesî
Rêveberê Civata Heyva Sor a parêzgeha Kuhkîlûye û Bûrêy Ehmedê ya Îranê got: Li gorî amara herî dawî, hejmara birîndarên erdheja 5.6 rîşterî ya Sîsextê gihîşte 61 kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2021 13:14 Asia/Tehran
  • Hejmara birîndarên erdheja Sîsextê gihîşte 61 kesî

Rêveberê Civata Heyva Sor a parêzgeha Kuhkîlûye û Bûrêy Ehmedê ya Îranê got: Li gorî amara herî dawî, hejmara birîndarên erdheja 5.6 rîşterî ya Sîsextê gihîşte 61 kesî.

Emanullah Cehanbîn, Rêveberê Civata Heyva Sor a parêzgeha Kuhkîlûye û Bûrêy Ehmedê îro got: Ji vê hejmarê 27 kes bo bajarê Yasûcê hatine şandin.

Cehanbîn bi gotina vêya ku bi giştî 7 kes hatine razandin û tên dermankirin, got: Kesên din bi awayê serpêyî hatine dermankirin û rihet bûne.

Şeva çûyî saet 22 û 5 deqîqeyan erdhejeke bi mezinahiya 5.6 rîşterî, bajarê Sîsextê li parêzgeha Kuhkîlûre û Bûyêr Ehmedê hejand.