Arteşa Rejîma Siyonîst di cinayeta xwe ya nû de li bajarên Xan Yûnis li başûr û Dêr el-Beleh li navenda zîvala Xezeyê herî kêm 41 filistînî şehîd kirin û hejmareke din jî birîndar kirin.
Welatên ereb li Konseya Ewlehiyê li daxûyaniyekê teqez kirin ku Rêjîma Siyonîst birçîtiyê wek çekê şer bikar tîne.
Medya Rejîma Siyonîst şeva îniyê ragihand ku 2 eskerên siyonîst li Xezeyê hatine kuştin û 4 eskerên din jî birîndar bûne.
Hevgavê pêşdaçûna Tirkîyê di nav axa Iraqê da, rayedar û partîyên iraqî xwestin ku pêşîya vê biryara Enqerê bê girtin û li dadgehên navnetewî jî doz dijî Tirkîyê bê vekirin.
Medyayên Rejîma Siyonîst aşkira kirin ku, Rejîma Siyonîst ji tirsa êrîşa îhtimalî ya Yemenê di rewşa amadebaşîyê da ye.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê qala êrîşa ser Bendera Siyonîstî ya Eylatê û gemiyeke amerîkî kir.
Bi hezaran kesî li Til Avîv, Beytulmueqeddes, Heyfa, Qeysariye û bi dehan cih û bajarên din li dijî kabîneya Benyamîn Netanyahû xwenîşandan li dar xistin.
Kempa Nuseyratê li Zîvala Xezzeyê roja bihurî bi awayekî hovane ji aliyê balafirên şêrr ên Artêşa Rejîma Siyonîst va hat bombebarankirin.
Josep Borrell Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ev yekîtî piştgiriyê dide hikmê Dîwana Navneteweyî ya Dozgeriyê têkildarî neqanûnîbûna dagirkirina erdên Filsitînê ji aliyê Rejîma Siyonîst va.
Rejîma Siyonîst vê sibê dîsan kempên awareyên filistînî li Zîvala Xezzeyê dan ber êrîşê.