Êrişa deqîq a Îranê ser navendeke girîng a Wezareta Cengê ya Rejîma Sîyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i355143-Êrişa_deqîq_a_Îranê_ser_navendeke_girîng_a_wezareta_cengê_ya_rejîma_sîyonîst
Di encama bersiva rewa ya Îranê himber destdirêjîya Rejîma Sîyonîst a ser Îranê da, di çarçova operasyona Wadeya Sadiq-3yê da bi dehan mûşekên balestîk û bi sedan xwofirr gihîştin esmanê Tel Avîvê û cîyên kivşkirî bûn armanca êrişê.
(last modified 2025-06-15T10:39:06+00:00 )
Hezîran 15, 2025 14:11 Asia/Tehran
  • Êrişa deqîq a Îranê ser navendeke girîng a Wezareta Cengê ya Rejîma Sîyonîst

Di encama bersiva rewa ya Îranê himber destdirêjîya Rejîma Sîyonîst a ser Îranê da, di çarçova operasyona Wadeya Sadiq-3yê da bi dehan mûşekên balestîk û bi sedan xwofirr gihîştin esmanê Tel Avîvê û cîyên kivşkirî bûn armanca êrişê.

Di qonaxa nû ya operasyona Wadeya Sadiq-3yê da ku şeva buhurî pêk hat, palavgeha herî mezin a Rejîma Sîyonîst li Heyfayê bû armanca êrişê. 

Di çarçova pêla nû ya êrişên Îranê da, bilî Balafirgeha Bên Gorîyonê, rojhilata Erdên Dagirkirî jî, ji wan navçeyan bû ku gellek xwofirr û mûşekên Balestîk lê ketin. 

14 mûşek û xwofirr li herêma Rexvot û 12 jî li herêma Bityamê li başûra Tel Avîvê ketin.

Rojnama Mearîv a Rejîma Sîyonîst jî ragihandîye ku 6 mûşekên Îranê bi awayekî rasterast li Tel Avîvê ketin.