Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kino Gabrial, diyar kir ku Tirkiye û komên girêdayî wê bi êrişên li dijî Eyn Îsa, dixwazn qadên nû ji bo xwe dagir bikin û îdîayên ku wê bajêr dewrî hikumeta Şamê bikin, derewandin.
Hawar Newsê nivîsiye: "Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî got êrişa hêzên PDK`ê ya li dijî hêzên PKK`ê cihê şermezariyê ye û banga çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir."
QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi operasyoneke hêzên ewlekariyê 3 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.
MSD’ê destnîşan kir ku armanca wan komkirina hêzên nîştimanî yên Sûriyê ye. Her wiha soza xwe ya hewldanên çareserkirina aloziyê, derxistina hemû dagirkeran û avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk, nû kir.
Mezlûm Ebdî anî ziman ku piştî kurdan çeteyên DAIŞ’ê têk birin û şûnde hate hîskirin ku cîhanê pişta xwe daye wan. Ebdî hişyariya ku dibe DAIŞ bi hêz bibe, kir.
Artêşa Tirkiyê li gundê Seyda li bakurê Eyn Îsayê li parêzgeha Reqayê baregeheke leşkerî ya nû ava kir.
Di operasyona QSD’ê ya li navçeya Til Hemîs a dikeve başûrê Qamişloyê de 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin. Dest bi ser gelek amûran de hate girtin.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî cîgirê nûnerê amerîkî yê nû yê ji bo Sûriyê David Braunstein pêşwazî kir.
QSD`ê şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê girt. Li gorî agahiyan ev şane bi gelek çalakiyên kuştinê yên li herêmê rabûye.
Şandeyek ji Meclisa Sivîl a Reqayê bi Fermandariya Giştî ya QSD`ê re li bajarê Hesekê civiya.