-
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Tirkiye agirbestê binpê dike, sivîlan qetil dike
Cotmeh 20, 2020 20:03Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef bi bîr xist ku 2 sivîl ji hêla Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine kuştin û got ku Dewleta Tirkiyê peymana agirbestê binpê dike û sivîlan qetil dike.
-
Mezlûm Ebdî ji ber wefata mîrê Kuweytê, sersaxî ji gelê Kuweytê re xwest
Îlon 30, 2020 23:26Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi peyamekê sersaxî da tevahî gelê Kuweytê ji ber wefata emîrê dewleta Kuweytê Sebah El-Sebah kir.
-
Ebdî: "Armanca me ew e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin"
Îlon 20, 2020 19:48Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî da zanîn ku însiyatîfa wan a ji bo yekitiya Kurdan li gorî pîvana xwe ya nîştimanî berdewam e û got “Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin.”
-
Mezlûm Kobanî: "Rapora NY tenê beşeka biçûk a sûcên cengê li Efrîn û Serêkaniyê ye"
Îlon 18, 2020 10:50Mezlûm Kobanî di axaftinekê da tevî amajeya bi rapora NY derbarê sûcên cengê yên li Efrîn û Serêkaniyê ku ji aliyê hêzên ser bi Artêşa Tirkiyê va pêk hatine, ev sûc tenê wek beşek ji rastiyên heyî da zanîn.
-
Til Temir: Herîkêm 20 endamên koma "Artêşa Azad a Sûriyê" di pevçûna digel HSD'ê da hatin kuştin
Îlon 08, 2020 21:57Li navçeya Til Temirê pevçûneke giran di navbera Hêzên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" ya ser bi Tirkiyê û Hêzên Sûriya Dêmokratîkk (HSD) da qewmniye û di encamê da 20 hêzên "Artêşa Azad a Sûriyê" hatine kuştin.
-
Ebdî: "Em înkar nakin ku şaştiyên îdarî hene"
Îlon 05, 2020 13:48Mezlûm Ebdî bal kişand ser ku divê tevahî amadekariyên leşkerî, siyasî û zanîna civakî bên kirin, da ku bigihînin rê û rêbazekê ku karibin li hember fikr û planên dijmin pêk tîne bisekinin û wiha got: "Divê civak jî beşdarî rê û rêbazên li hemberî dijmin be."
-
Dewriyeya Rûsya û dewleta Tirkiyê li rojavayê Kobanê dest pê kir
Tebax 27, 2020 18:55Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Artêşa Tirkiyê dest bi dewriyeyeke hevbeş li rojavayê bajarê Kobanê li sînorên Sûriyê û Tirkiyê kir.
-
Mezlûm Ebî bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku binpêkirinên Tirkiyê rawestînin
Tebax 22, 2020 12:52Mezlûm Ebdî, bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku erka xwe bi cih bînin û meknîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê bibînin.
-
Sûriye - Mezlûm Ebdî û fermandarên QSD'ê serdana Dêrazorê kirin
Tebax 20, 2020 10:46Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û şandeyek fermandarên QSD'ê bi armanca şopandina rewşa saziyên leşkerî û sivîl serdana Dêrazorê kir. Her wiha serdanvan dê bi armanca nîqaşkirina rewşa herêmê li gel çalakbûna şaneyên DAIŞ û "şaneyên herêmî yên ku hewl didin tevliheviyê li herêmê derbixin" bi saziyên civakî û êlan re bicivin.
-
Amerîka 2200 hêzên HSD'ê ji hêla leşkerî va fêr dike
Tebax 16, 2020 18:05Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi armanca parastina bîrên neftê li navçeyên bin sserdestiya Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li Kurdistana Sûriyê, 2200 kesan ji wan ji hêla leşkerî va fêr dike.