Îlon 22, 2022 10:48
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku "Yekîneyên Antî-Terorê" (YAT) li navçeya El Keramê ya Reqayê 2 operasyon pêk anîne, di encamê de serçeteyek û 5 çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin û gelek çek, madeyên teqemeniyê û cîhazên pê re desteser kirin.