DAIŞ careke din xwe li deverên kurdnişîn ên bakur-rojhilata Sûrîyê çalak dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i337280-daiŞ_careke_din_xwe_li_deverên_kurdnişîn_ên_bakur_rojhilata_sûrîyê_çalak_dike
Koma têrorîst a DAIŞê vê dawîyê çalakîyên xwe li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi rêvebirîya kurdan da li bakur-rojhilata Sûrîyê gurr û giran kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2022 09:21 Asia/Tehran
  •  DAIŞ careke din xwe li deverên kurdnişîn ên bakur-rojhilata Sûrîyê çalak dike

Koma têrorîst a DAIŞê vê dawîyê çalakîyên xwe li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi rêvebirîya kurdan da li bakur-rojhilata Sûrîyê gurr û giran kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Kurdpress'ê, Zeynelabidîn Ekîdî rojnamevan ji derdora Dêrezorê ji Al Manîtorê ra got: DAIŞê operasyona xwe li vê herêmê tenê ji bo vegera tundtir çend rojan an çend hefteyan rawestandîye.

Ji aliyê din va, hin qebîle jî binesazî û zemînesazîyê dikin ji bo DAIŞê. Hejmara zêde ya awareyan li derdora rojhilat û bakur-rojhilata Dêrezorê bû derfetek ji bo DAIŞê ku şane û çekdarên xwe veşêre.

Ekîdî herwiha got: DAIŞÊ karîye xwe zêdetir xurt bike. Wî herwiha got: Gendelîya ku pirranîya dezgehên emnî yên ser bi HSD'yê girtîye ber xwe, bûye sebeb ku DAIŞ xurt bibe. DAIŞ ji bo azadkirina şervanên xwe û sekinandina şopandina şaneyên xwe ya ji hêla qanûnê va, bertîlê dide.