Wezareta karên derve ya Ermenistanê ragihand kubiryara Bakûrê jibo lidarxistina meşqa şêrr a hevpar digel Enqerê, kiryareke bi gef e û rê li ber aştiyê digire.
Hizbullaha Libnanê wek berteka li hemberî êrîşa Rêjîma Siyonîst ser başûrê Libnanê destnîşan kir: Rêjîma Siyonîst ji tirsa berteka hêzên Berxwedanê tûşî şepirzetiyê bûye.
Rojnameyên erebî yên îro der barê hevkariya di navbera Misir û Fransayê de li dijî Tirkiyê, her wiha rewşa Iraqê û belavbûna vîrusa koronayê de nivîsîn.
"Komîteya Cezayan a navneteweyî" ragihand ku Enqerê di navbera 7 hezar heta 15 hezar çeteyên Sûriyê şandine Lîbyayê.
Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê rewşa li ser sînorê vî welatî digel Komara Azerbaycanê di heyamam şeva bihurî da tevî çend caran binpêkirina agirbesê ji aliyê hember va, aram da zanîn.
Vardan Tûganiyan, Balyozê Ermenistanê li Moskovayê got ku Bakûyê beriya pevçûna digel Îrevanê "Raya giştî li Komara Azerbaycanê jibo şêrr amade kiribû".
Rojnameya El-Erebiyê tevî amajeya bi şandina berfireh a çek û alavên leşkerî ji aliyê Tirkiye û Sûriyê va bo Idlibê, qala ihtimala rûbirûbûna leşkerî ya van du welatan li Idlibê kir.