SOHR: 36 çekdarên sûrî di pevçûnên Qerebaxê da hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320115-sohr_36_çekdarên_sûrî_di_pevçûnên_qerebaxê_da_hatine_kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi nûçeyekê ragihand ku 36 mîlîtanên Sûrî di 48 saetên bihurî da di pevçûnên navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2020 12:11 Asia/Tehran
  • SOHR: 36 çekdarên sûrî di pevçûnên Qerebaxê da hatine kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi nûçeyekê ragihand ku 36 mîlîtanên Sûrî di 48 saetên bihurî da di pevçûnên navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê hatine kuştin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), "Di 24 saetên bihurî da 36 kes ji hêzên ku ji aliyê Tirkiyê va bo navçeya Qerebaxê hatine şandine û ketine nav refên hêzên Komara Azerbaycanê da ku şerê Ermenistanê bikin, hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Bi vî awayî hejmara giştî ya mîlîtanên sûrî ku bo navçeya Qerebaxê hatine şandin gihîîştiye 64 kesî. Heta niha 1200 mîlîtan bo Komara Azerbaycanê hatine şandin ku pirraniya wan pêştir li navçeyên bin kontrola artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê bûne."