Îdiaya Bakûyê: "Ermenistanê êrîşî ser bajarê Genceyê kiriye"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320104-Îdiaya_bakûyê_ermenistanê_êrîşî_ser_bajarê_genceyê_kiriye
Di dewama pevçûnên navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li ser navçeya kêşeliser a Qerebaxê da, Wezareta Berevaniyê ya Bakûyê îdia kir ku Artêşa Yêrîvanê êrîşî ser bajarê Genceyê kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2020 08:25 Asia/Tehran
  • Îdiaya Bakûyê:

Di dewama pevçûnên navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li ser navçeya kêşeliser a Qerebaxê da, Wezareta Berevaniyê ya Bakûyê îdia kir ku Artêşa Yêrîvanê êrîşî ser bajarê Genceyê kiriye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê îro Yekşemiyê îdia kir ku hêzên çekdar ên Ermenistanê, bajarê Genceyê dane ber êrîşên xwe.

Li gorî rapora Sputnikê, Ev di halekî da ye ku beriya wê Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihandibû ku Bakûyê cihwarên ne-leşkerî li Stpankirtê li Qerebaxa çiyayî daye ber topan.