-
Kampanyaya ji bo damezrandina mamosteyên Kurdî li Tirkiyê mezin dibe
Tîrmeh 10, 2022 09:54Nerazîbûna li hemberî damezrandina tenê 3 mamsoteyên Kurdî ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ve mezin dibe. Kampanyaya ku li ser Twitterê bi hashtaga Kurdceye200EkAtama hat destpêkirin bû TT. Gelek rêxistin, partî û kesayetên naskirî piştgirî dan kampanyayê.
-
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel hejmarek wezîrên Brîtanyayê civiya
Nîsan 20, 2022 13:49Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî di berdewamiya serdana xwe ya bo Brîtanya de, ligel sê wezîrên wî welatî; Wezîra Derve, Wezîrê Enerjî û Bazirganiyê, Wezîrê Perwerde û Wezîra Dewletê Bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn civiya.
-
Peyama Selahedîn Demîrtaş bo xwendekarên dibistanan: "Dersên Kurdî hilbijêrin"
Çile 31, 2022 19:03Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş peyamek belav kir û bang li xwendekaran kir, “Kurmancî hilbijêrin, Kirmanckî (Zazakî) biweçînê.”
-
Pêvajoya hilbijartina Dersa Kurdî li dibistanên Tirkiyê: ‘KurdîHilbijêre’ li Twitterê bû trend
Çile 30, 2022 16:45Li Tirkiyê kampanyaya piştgiriya hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî berdewam e û li tora civakî ya Twitterê hashtaga `KurdîHilbijêre` bû trend.
-
Rapor: Çalakiyên ji bo dersa Kurdî li bajarên Tirkiyê zêde bûn
Çile 30, 2022 16:38Xebatên ku ji bo waneyên bijarde heta niha li bajarên Kurdistana Tirkiyê dihatin kirin êdî li bajarên din ên Tirkiye jî dest pê kirin. Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî û Hereketa Zimanê Kurdî li kuçe û kolanên Stenbolê dest bi belavkirina belavokan û agahdarkirina xelkê kirin. Çend partiyên siyasî jî di van xebatan de cîh girtine û bang li malbatan dikin da resên kurdî bi zarokên xwe bidin hilbijartin.
-
Tirkiye dixwaze dersa olî li ser zarokên pêşdibistanan jî bide ferzkirin; Elewî ne razî ne
Çile 26, 2022 16:39Komaleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ragihand ku AK Partî 20 sal e dijî Elewiyan prosyeke bişaftinê daye destpêkirin û dixwaze vê proseyê bi rêya ferzkirina dersên olî di pêşdibistanan de berdewam bike. Ew komele dibêje wan ji bo rakirina dersa neçarî ya olî kampanya îmzeyê dan destpêkirin.
-
Piştî hilbijartina dersa kurdî; Astengiyeke din li ber dersa Kurdî: Kêmasiya mamosteyan
Çile 23, 2022 17:02Piştî hilbijartina dersa kurdî; Astengiyeke din li ber dersa Kurdî derketiye û ev jî kêmasiya mamosteyan e.
-
Tirkiye: Li dibistanan dema hilbijartina dersên bijarte heta 7ê sibatê hat dirêjkirin
Çile 22, 2022 13:20Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyê (MEB) dema hilbijartina dersên bijarte ku sibê bi dawî dibû, heta 7ê sibatê dirêj kir.
-
Zimanzan û Kurdologê Amerîkî: `Paşeroja Kurmancî û Zazakî di bin gefê de ye`
Çile 19, 2022 18:49Zimanzan û Kurdologê Amerîkî dibêje: "Zimanê ku zarok pê nepeyîvin zimanekî bê paşeroj e"Kurdolog Michael L. Chyet li ser zimanê Kurdî hişyariyê dide û dibêje, zimanê ku zarok pê nepeyîvin bê paşeroj e û bang li Kurdan dike, “Rûyê zordar û zordestan spî nekin û zimanê xwe biparêzin.” Chyet herwiha daxwaz ji malbat û xwendekaran dike ku dersa Kurdî hilbijêrin.
-
Li Tirkiyê: Kurdên Elewî banga hilbijartina dersa Kurdî dikin
Çile 19, 2022 18:35Kampanyayên helbijartina zimanê Kurdî berdewam e. Kurdên Elewî jî ku piraniya wan bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) diaxivin piştirgirya kampanyayên helbijartina dersên Kurdî dikin. Elewiyên Kurd yên li Enqerê dijîn dibêjin “Em hatine bişaftin û êdî em nikarin bi zimanê xwe biaxivin lê qe nebe bila zarokên me fêrî zimanê xwe bibin”