Duh danê sibehê li başûrê rojavayê Fransayê 3 kesên ku trenê li wan da, jiyana xwe ji dest dan, kesek jî bi giranî birîndar bû, ev sê kes penaber bûn.
Li Wanê di navbera 6 heya12ê Îlonê de polîsan 299 penaber girtine. Ji ber ku organîzatoriya anîna penaberan kirine jî di derbarê 15 bergumanan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Çil penaberên ne qanûnî yên ku xwestin bi qayîxekî ji peravên bakurê Afrîqa xwestin derbasî giravên Kanarya yên li başûrê rojavayê Spanyayê bibin, qayîxa wan li dora Oqyanûsa Atlantîkê noqî avê bû û 39 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Amerîka red dike ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser koçber û penaberên Efxan gehiştibin rêkeftinê.
Fermangeha Parêzvaniya Sînorî ya Polanyayê ragihand; komeke mezin a penaberên neqanûnî li deverên sînorî yên Polanya û Belarusê hatine desteserkirin.
Berdevkê Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) Paul Dillon ragihand ku li Behra Spî di sala 2021ê de ê 970 koçberên bêdestûr canê xwe ji dest dan.
Li Tûnisê ji ber qayîxa penaberan noqî avê bû, 43 penaber xeniqîn û 84 penaber jî hatin rizgar kirin.
Li nahiya Dareto ya Hewlêrê konên 8 malbatên koçberên Efrînê şewitîn û di encamê de hemû kelûpelên wan ji nav çûn, lê ziyana canî neghişt ti kesî.
Duh hat ragehandin 17 penaberên ku dixwestin ji Bakurê Afrîqayê ve derbasî Spanyayê bibin di behrê de xeniqîn, 3 penaber jî ji aliyê leşkerên Spanyayê ve hatin rizgar kirin.
Hêzên peravê yên Tirkiyê 468 penaxwazên vegerandî ji avên Yûnanê rizgar kirin.