Dewama gireva karmendên şîrketa balefiran a Îzî Cêta Fransayê
Tebax 19, 2026 17:40 Asia/Tehran
Ji ber gireva berfireh a karmendên şîrketa balefiran a Îzî Cêtê li Fransayê zêde ji sed firîn hatine betalkirin bi hezaran rêwî sergerdan bûne.
Karmendên vê şîrketê jibo protestokirina rewşa xirab a xebatê û pirgirêkên vê saziyê ji wan dereng ragihandina bernameyên xebatê, dest bi grevê kirine. Yekitiyên karkeran ragihandine ku ku ev grev renge heta 2 Îlonê jî berdewam bike. Ev Yekitî rêveberiya Îzî Cêtê berpirsê biserûberkirina rewaş rêwiyan û peydakirina geştên alternatîv dane zanîn. Her wiha rêwiyên ku geştên wan hatiye betalkirin an zêde ji 3 sietan mabin derengiyê dikarin jibo wergirtina diravê blîtê û xerameyê daxwaza xwe tomar bikin.