Erdogan Yewnanîstanê rexne dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330001-erdogan_yewnanîstanê_rexne_dike
Serokomarê Tirkiyê duhî rexne li helwesta Yewnanîstanê girt û got: "Tirkiye weke sedema krîza penaberan bihesibînin qedir nezanî ye."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 13, 2021 13:47 Asia/Tehran
  • Erdogan Yewnanîstanê rexne dike

Serokomarê Tirkiyê duhî rexne li helwesta Yewnanîstanê girt û got: "Tirkiye weke sedema krîza penaberan bihesibînin qedir nezanî ye."

Receb Teyip Erdogan duh piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Urban re li Enqerê di civîneke hevpar a çapemeniyê de îdia kir: "Welatê ku penaxwazan bi qulkirina qeyiqên wan li behrê ceza dike, Yewnanîstan e."

Erdogan herwiha got: Di vî warî de hemû belgeyên me hene. Ez nizanim eger em sînorên welatê xwe ji bo derbasbûna penaxwazan vekin wê Yewnanîstan çi bike?

Destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li girava Qibrisê û dagirkirina beşek ji vê giravê di sala 1974an de, hebûna keştiyên lêkolînê yên Tirkiyê ji bo vedîtina neft û gazê li peravên Qibrisê, pir caran binpêkirina qada hewayî ya Yewnanîstanê ji aliyê balafirên cengê yên Tirkiyê ve û penaberbûna heşt leşkerên Tirkiyê li Yunanistanê, piştî têkçûna Derbeya leşkerî ya Tirkiyê ya sala 2016an ji sedemên sereke yên alozbûna têkiliyên navbera Tirkiye û Yunanistanê ne.