Receb Teyib Erdogan bi weşandina nivîsarekê li Blumbêrgê daxwaza hevkariya welatên rojavayî bi Tirkiyê ra di pêşdabirina armancên vî welatî li Sûriyê kir.
Garda peravî ya Tirkiyê 35 penaberên qewirandî ji avên Yûnanê rizgar kirin.
Hikûmeta Sûriyê êrîşa li ser kampeke penaberên Sûrî û şewitandina wê kampê li Lubnanê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Lubnanê kir, jiyana penaberan biparêze û erkên xwe li hember wan bicih bîne.
Komîseriya Karûbarên Penaberan a NY`yê ragihand ku herî kêm 20 hezar kes ji ber şerê li bakurê Etiyopyayê reviyane Sûdanê.
Meytên malbata kurd a "Îran Nijad" ji Serdeştê ku dema koçberiya bo Ingilîzê li Kanala Manş a Fransayê di avê da xeniqîn, duh şemiyê li vî bajarî hatin binaxkirin.
"Halklarin Koprusu Derneği" (Komeleya Pira Gelan) ku li Îzmîrê xebatên xwe didomîne îsal dê duyemîn car Festîvala Penaberan a Navneteweyî li dar bixista; Lê ji ber Vîrûsa Koronayê ew betal kirin.
Yekîtiya Ewropa (YE) pakêteke nû ya taybet bi siyaseta koçber û penaberan belav kir.
Li Girava Herke ya nêzî Girava Rodos a Yunanistanê keştiya 80 penaber lê suyar bûbûn, noqî ava deryayê bû.