Li Wanê di hefteyekê de 299 penaber hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i328825-li_wanê_di_hefteyekê_de_299_penaber_hatin_girtin
Li Wanê di navbera 6 heya12ê Îlonê de polîsan 299 penaber girtine. Ji ber ku organîzatoriya anîna penaberan kirine jî di derbarê 15 bergumanan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 13, 2021 18:53 Asia/Tehran
  • Li Wanê di hefteyekê de 299 penaber hatin girtin

Li Wanê di navbera 6 heya12ê Îlonê de polîsan 299 penaber girtine. Ji ber ku organîzatoriya anîna penaberan kirine jî di derbarê 15 bergumanan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Ji aliyê Gerînendetiya Asayîşa Wanê ve hat ragihandin, di navbera 6 heya 12ê Îlonê de di çarçoveya operasyonên hember penaberên ne rêk û pêk de 299 penaber hatine girtin.

Hat destnîşankirin, bi sedema ku penaber anîne bo 15 bergumanan sizayê pere jî hatiye birrîn. Bo xwediyên xanî û otelên penaber lê mane û wesaîtên wan hatine bikaranîn 135 hezar û 325 lîre sizayê pere hatiye birrîn.

Her wiha hêzên ewlekariyê dest danîne ser 9 wesaîtan jî. Gerînendetiya Asayîşa Wanê da zanîn ku dê operasyonên wan ên bo pêşîlêgirtina derbasbûna penberan a neyasayî berdewam bibin.