Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, girtiyê nexweş ê 80 salî Abdullah Boran ku 26 sal bû girtî bû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bertek nîşanê raporterê taybet ê rewşa mafên mirovan li Îranê da û got: Nêzîkatiya siyasî û bijarte ya mafên mirovan ne tenê alîkariyekê nade pêşdebirina mafên mirovan, belkî mafên mirovan jî têk dide û lawaz dike.
Li gor zanyariyan ciwanekî Sûrî yê akinciyê bajarokê Korîn li bakurê Idliba Sûriyê dema dixwest derbasî aliyê Tirkiyê bibe, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatiye gullebarankirin û di encam de canê xwe ji dest daye.
Hevdem di gel zêdebûna nerazîtiyên jinên Efxanistanê derbarê binpêkirina mafên wan ji aliyê koma Talibanê va, vê carê hejmareke jinan ji gel xwestiye ku daxwazên xwe li ser dîwaran binivîsin.
Yekîtiya Ewropayê biyar da hevdîtinên ligel Tirkiyê yên endamtiya YEyê ku hatibûn ragirtin wek xwe bimînin û dibêje: “Konse bi xemgînî têbinî dike ku her diçe Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve.”
Patiya Demokrasî û Pêşdeçûnê DEVA ya Tirkiyê, li ber peykerê Mafên Mirovan yê Diyarbekirê, bi beşdariya Cîgirê Serokê Giştî yê DEVAyê Mustefa Yeneroglû bi mebesta 73. Salvegera qebûla peymana Mafên Mirovan daxuyaniyekî belav kir.
Xelata Mafên Mirovan a Weimarê ya sala 2021’an pêşkêşî Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hat kirin. Birayê Selahattîn Demîrtaş, Suleyman Demîrtaş ku li ser navê Demîrtaş hatibû Weimarê xelatê wergirt.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê “Seîd Xetîbzade” got: Biryarnama rewşa mafên mirovan a Komara Îslamî ya Îranê ku ji aliyê Kanadayê ketiye rojevê û hin welatên rojavayî piştgiriya wê kirine, neqanûnî ye û bi awayekî bingehîn tê redkirin.
Navenda Mafên Mirovan a Komara Îslamî ya Îranê di raporta xwe ya vê dawiyê de bi weşandina daxûyaniyekê, raporta Cawîd Rehman, raportorê taybet ê mafên mirovan li Îranê, neheqî û siyasî da zanîn û ew red kir.
Rayedarekî mafên mirovan ê Ermenistanê tevî rexneya tund ji Serokê Komara Azerbaycanê got: Bakû bi siyaseteke taybet hewil dide ku welartiyên xwe di nava tirsê da ragire.