Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ji ber binpêkirina mafên mirovan, ferzkirina cezayan li Talîbanê nîqaş dike. Talîban jî ragihand ku bajarê navendî yê wîlayeta Helmend a başûrê welêt, xistiye destê xwe.
Li gorî Wezareta Dadê di sala 2020î de li Tirkiyê 13 milyon kes weke ‘gumanbar’, 4 milyon kes jî weke tawanbar hatine darizandin.
Leşker û hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê cinayetên herî xerab pêk tînin, bêrêziyê li mirovan dikin.
Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi raporekê tawanên kuştina welatiyan ku ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatine kirin û tu ji wan bersûcan nehatine cezakirin belav kir.
Tora Çalakvanên Efrînê 21 sûcên kuştinê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê ve li dijî Kurdên li herêma Efrînê ya dagirkerî di destpêka 2021`an de hatine kirin, belge kirin. Di nav kuştiyan de zarok û jin jî hene.
Li Efrînê binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyan ji aliyê hêzên tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve berdewam e.
25 sazî û rêxistinên civaka sivîl radigihînin, berê rêjeya kurdan Efrînê %96 derbas dikir, lê piştî Tirkiyê dagîr kir, rêjeya kurdan daketiye %25.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bang li rêxistinên hiqûqî û NY`yê kir ku zextê li dewleta Tirkiyê bikin beriya ku karesata ekolojîk ku gefan li jiyana bi milyonan kes dixe, çêbibe.
Canatan Spayr karzanê mijarên Rojhilata Navîn dibêje: Di halekî da ku saziyên navneteweyî gelek rapoir derbarê binpêkirina mafên kurdan li Efrînê ji aliyê Tirkiyê va weşandine, lê welatên rojavayî û medyayên rojavayî çavên xwe li ser rewşa kurdan li vê navçeyê girtine.
Hawar Newsê nivîsiye: "Rewşenbîr û hiqûqnasên herêma Efrînê gotin vekirina navenda çandê bi zimanê Tirkî li bajarê Efrînê, hewldana ferzkirina çanda Osmanî li herêmê û qirkirina hebûna Kurdî ye."