Li navçeya Midyadê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Kurdistana Tirkyê ve, di xebata kolandinê ya tîmeke arkologan de ku ji beriya du salan ve hatibû destpêkirin, bajarekî binerdê hat dîtin.
Hevdem ligel cejna Newrozê, çaremîn Festîvala Netewî ya Muzîka Kurdî bi beşdariya 12 girûpên navçeyên kurdnişîn ên Îranê, bi dirêjahiya 3 rojan li bajarê Banê yê ser bi parêzgeha Kurdistana Îranê ve birêve diçe.
Rêveberê Giştî yê Werziş û Ciwanên parêzgeha Kurdistana Îranê, Hamid Cûlayî ragihand: “Şaho Nasirî” qayiqajoyê Kurdistanî, medala zêr ya pêşbirkên şampiyoniya Asyayê li Taylandê bi dest xist.
Di vê êrişa bi xedar de ya bêhna sêvê jê dihat, zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûn. Her wiha bi hezaran gund hatin şewitandin û wêrankirin. Piştî bi salan a darezandina berpirsan weke qirkirin hate nasîn.
Li Kurdistana Tirkiyê barîna berfê berdewam e û rêyên gelek gund û navçeyan ji ber berfê hatine girtin. Li 4 parêzgehên Kurdistana Tirkiyê rêya 646 gundan ji ber berf û pûkê hatin girtin.
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, dilgiraniya xwe ji bikaranîna peyva Kurdistanê anî ziman.
Li bajarê Semsûrê yê Kurdistana Tirkiyê bajarekî dîrokî yê bi navê Perre hatiye dîtin ku weke yek ji bajarên şaristaniya Komagene tê zanîn. Niha nêzîka 30 karker li wî bajarî karê kolandinê dikin.
Pênc fermanberên fermangeheke parêzgeha Nînowa hatin girtin, ku tê gotin diziyeke mezin kirine.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Êliha Kurdistana Tirkiyê ragihadn ku “Me welatê xwe û gelê herêmê ji êrîşa çekdarî ya PKKê rizgar kir, hêvîdar im em dê ji êrîşa siyasî ya HDPê ya ku xembilê vê rêxistinê ye jî rizgar bikin.”
Welatiyê Kurd ê ku di serdana Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bo bajarê Sêrtê yê Kurdistana Tirkiyê de, jê re gotibû, 'Ev der Kurdistan e, her tiştê me tê înkarkirin û em vê yekê qebûl nakin' hat binçavkirin.