Kiliçdaroglu: Ez ji peyva Kurdistanê bêzar im
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330886-kiliçdaroglu_ez_ji_peyva_kurdistanê_bêzar_im
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, dilgiraniya xwe ji bikaranîna peyva Kurdistanê anî ziman.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2021 05:41 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Ez ji peyva Kurdistanê bêzar im

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, dilgiraniya xwe ji bikaranîna peyva Kurdistanê anî ziman.

Li gor medya Tirkiyê, li Enqerê li devera Elmadag, di civîna ligel muxtaran, saziyên civatî û sivîl û kesayetiyên civatî de, Kiliçdaroglu bersivên pirsên beşdaran daye.

Li ser pirsa pêwendiyên CHP ligel HDP, Kiliçdaroglu diyar kiriye, tenê danûstandin di navbera her du partiyan de hene. Tifaq û hevkarî di navbera wan de tune ne.

Li ser helwêsta wî li ser peyva Kurdistanê, Kiliçdaroglu aniye ziman, “Ew ji peyva Kurdistanê aciz û dilgiran e. Tu caran ew peyv neaniye ziman.”