Serokkomarê Fransayê rola Tirkiyê di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de metirsîdar dibîne. Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî radigihîne, Serokomarê Fransayê axa dagirkirî ya Azerbaycanê nabîne, ev jî tê wateya ku piştevaniya dagîrkeriyê dike.
Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Dewleta Tirkiyê 850 çeteyên Sûrî şandine Komara Azerbeycanê, di şer de 3 çete jî hatine kuştin.
Medyayên Tirkiyê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê yên vî welatî îdia kirin ku 300 hêzên leşkerî yên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo navçeya Qerebaxê hatine şandin da ku tevlî şerê Ermenistanêû Komara Azerbaycanê bibin.
Serokomarê Fransayê got: Qeyranên navçeyî ji wan pevçûna li navçeya Qerebaxê bêyî beşdariya Rûsiyê dê çareser nebin.
Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê daxuyaniya Bakûyê ku têda îdia kribû Pergala berevaniya mûşekî ya S300 a Ermenistanê rûxandiye, derew da zanîn.
Fermandarekî koma bi navê Artêşa Azad a Sûriyê ya ser bi Tirkiyê, şandina hêzan bo Komara Azerbaycanê piştrast kir.
Konseya Ewlehiyê ya NY Sêşemiyê bi şev bi daxuyaniyekê daxwaza rawestandina bilez a pevçûnan li navçeya Qerebaxê kir.
Komara Azerbaycanê li herêma Qarabaxê, dest bi operasyoneke mezin kir. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, ji ber şerê di navbera wan û K. Azerbeycanê de careke din dest pê kir, seferberiya giştî û rêveberiya awarte îlan kir.
SOHR’ê ragihand ku şîrketên ewlehî yên Tirkî çeteyên Sûrî veguhastin Komara Azerbeycanê û piştrast kir ku piraniyan wan ji Tirkmenan in.
Wezareta Parastinê Ermenistanê, eşkere kir ku balafira F-16 ya Tirkiyê, li balafireke Su-25 ya Ermenistanê xistiye û balafir ketiye xwarê. Di encamê de pîlot canê xwe ji dest daye.