Fransa, Rûsya û Amerîkayê banga rawestandina şer li Qerebaxê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320018-fransa_rûsya_û_amerîkayê_banga_rawestandina_şer_li_qerebaxê_kir
Emmanuel Macron, Vladimir Putin û Donald Trump pevçûn û bûyerên leşkerî yên li herêma Qerebaxê şermezar kirin û banga rawestandina şer kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2020 20:08 Asia/Tehran
  • Fransa, Rûsya û Amerîkayê banga rawestandina şer li Qerebaxê kir

Emmanuel Macron, Vladimir Putin û Donald Trump pevçûn û bûyerên leşkerî yên li herêma Qerebaxê şermezar kirin û banga rawestandina şer kirin.

Fransa, Rusya û Amerîkayê banga agirbestekê di navbera hêzên Komara Azerbaycan û Ermenistanê de li herêma Qerebaxê kirin û ji herdu aliyan xwestin ku li danûstandinan bê dereng pêk bînin.

Serokên Fransa, Rûsya û Amerîkayê ku hevserokên Koma Minsk a Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropî di daxuyaniyek hevbeş de gotin: "Em bang dikin ku demildest şer di navbera hêzên leşkerî yên peywendîdar de bê rawestandin."

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin: "Em bang li serokên Ermenistan û K. Azerbaycanê jî dikin ku di bin banê hevserokên Koma Minsk a Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya li Ewropayê de, bêyî şertên pêşîn diyalogên cewherî dewam bikin."

Koma Minsk di sala 1992'yan de ji bo pêkanîna aştiyê li herêma Qerebaxê yê başûrê Qafaasyayê hate avakirin.