Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da tevî amajeya bi kêşeya navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li ser mijara Qerebaxê, got: Ev kêşe bi rêkara leşkerî nayê çareserkirin.
Qaymeqamê şaristana Xuda Aferîn ya Îranê got: Herî kêm îro jî gulleyeke hawanê yê şerê Komara Azerbaycan û Ermenistanê kete nav axa Îranê, eva di rewşekê de ye ku Îro kêmek giraniya êrr kêm bûbû.
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser amadetiya Tehranê ji bo çareseriya krîza Qerebaxê û got: Îranê Planek ji bo kutakirina zûtir a şer û pevçûnên navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê amade kiriye.
Hikumeta Azerbêcanê ragihand ku duh serokkomarê Qerebaxê Arayik Harutyunyan bi giranî birîndar bûye.
Ermenistanê îdîyên Azerbaycanê ku bajarê Cibraîl û hejmarek gundên derdora wê bi dest xistine derewad.
Serokwezîrê Ermenistanê ragihand ku destwerdana Enqerê di pevçûna Qerebaxê da nîşana hewilda Tirkiyê jibo dewama qirrkirina ermeniyan e.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir ku ev welata amade ye qeyrana Qerebaxê di çarçoba Koma navcî ya Mînskê çareser bike.
Sêkrêtirê giştî yê Civata Cîhanî ya Liyeknêzikkirina Mezhebên Îslamî tevî amajeya bi qewimîna pevçûnê navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê, qala hewildana Rêjîma Siyonîst jibo pêkanîn û dewama vê pevçûnê kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi nûçeyekê ragihand ku 36 mîlîtanên Sûrî di 48 saetên bihurî da di pevçûnên navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê hatine kuştin.
Berdevkê Krêmlînê qala amadetiya Rûsiyê jibo şandina parêzvanên Aştiyê bo Qerebaxê kir.