Rûsiye, Amerîka û Fransayê daxuyaniyeke hevpar derbarê Qerebaxê dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320167-rûsiye_amerîka_û_fransayê_daxuyaniyeke_hevpar_derbarê_qerebaxê_dan
Wezîrên karên derve yên Rûsiye, Amerîka û Fransayê wek serokên Koma Mînskê (MINSK) ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) daxwaza rawestandina pevçûnan navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li Qerebaxê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2020 10:45 Asia/Tehran
  • Rûsiye, Amerîka û Fransayê daxuyaniyeke hevpar derbarê Qerebaxê dan

Wezîrên karên derve yên Rûsiye, Amerîka û Fransayê wek serokên Koma Mînskê (MINSK) ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) daxwaza rawestandina pevçûnan navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li Qerebaxê kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Sêrgêyî Lavrof, Mayk Pompêo û Jan Îvê Lodiriyan, Wezîrên karên derve yên Rûsiye, Amerîka û Fransayê bi daxuyaniyeke hevpar tevî daxwaza jibo rawestandina pevçûnên Ermenistan û Komara Azerbaycanê li Qerebaxê, gurrbûna kêmdîtî ya tundiyan li vê navçeyê şermezar kirin.

Wezîrên karên derve yên Rûsiye, Amerîka û Fransayê ji aliyên şêrr li Qerebaxê xwestin ku "Bilez û bêyî tu pêşmercekê agirbesê bipejirînin."