-
Hêzên Aştîvan ên Rûsiyê derbasî navenda Qerebaxê bûn
Tesrîn 13, 2020 14:00Hêzên Aştîvan ên Rûsiyê bi derbasbûna bo navçeya Qerebaxê, kontrola navçeyên derdora Xankendiya navenda vê navçeyê girtin ustiyê xwe.
-
Hêzên Aştîvan ên Rûsiyê gihîştin Qerebaxê
Tesrîn 13, 2020 05:44Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê qala gihîştina hêzên aştîvan ên vî welatî bo navçeya Qerebaxê kir.
-
NY: Bi soza welatîbûnê çete birine şerê Qerebaxê
Tesrîn 12, 2020 07:01Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê şandina komên çeteyên Sûriyê bo Qerebaxê de got, “Ew kesên şandine Qerebaxê soz dane wan ku nasnameya Tirkiyê bidine wan û heke tiştek bête serê wan jî dê dewleta Tirkiyê nasnameya welatîbûnê ya Tirkiyê bide malbatên wan.”
-
Rûsyayê îdiayên Erdogan ên tevlêbûna Tirkiyê di hêzên parastina aştiyê de li Qerebaxê red kirin
Tesrîn 12, 2020 06:15Îro Rûsyayê bersîva îdiayên Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan da û got hêzên Tirkiyê wê tev li hêzên parastina aştiyê ya li Qerebaxê nebe.
-
Bicihbûna aştîvanên Rûsiyê li Qerebaxê destpê bû
Tesrîn 11, 2020 16:48Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku bicihbûna aştîvanên Rûsiyê li Qerebaxê destpê bûye.
-
Bertekên derbarê rêkeftina agirbestê ya navbera komara Azerbaycan û Ermenistanê
Tesrîn 10, 2020 12:19Piştî belavbûna zanyariyên derbarê rêkeftina agirbestê de, karvedan û bertekên li hemberî vê rêkeftinê, li Komara Azerbaycan û Ermenistanê cuda ji hev bûn. Neraziyên vê rêkeftinê li Yêrîwana paytexta Ermenistanê êrişî ser buroya serokwezîrê vî welatî kirin.
-
Serokwezîrê Ermenistanê li ser peymanê got: Ji bo me gelek bi êş e
Tesrîn 10, 2020 11:16Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan têkildarî şerê Qerebaxê (Artsaxê) got; “Ji bidawîbûna şerê li Artsaxê min tevî serokdewletên Rûsya û Azerbaycanê mohra xwe danî binê peymanekê. Metnê daxuyaniya ku hatiye weşandin ji bo min û ji bo gelê me gelekî giran e û bi êş e.”
-
Ermenistan û Azerbaycanê li ser Nagorno Qerebaxê agirbest ragihandin
Tesrîn 10, 2020 10:16Ermenistan û Komara Azerbaycanê li gel Rûsyayê, rêkeftina agirbestê li ser herêma Nagorno Qerebaxê ku herdu alî li ser nakok in, îmze kirin ku ji îro Sêşemê ve destpê kir.
-
Moskoyê li ser hewildana jibo çareseriya dîplomatîk a qeyrana Qerebaxê pêgirî kir
Tesrîn 09, 2020 16:31Berdevkê Krêmlînê qala dewama hewildanên siyasî û dîplomatîk ên Rûsiyê jibo bidawîanîna pevçûnên navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê kir.
-
Serokomarê Ermenistanê: "Heke Tirkiye li Qerebaxê nebûya, ev şer dê gellek zû bi dawî bihata"
Tesrîn 09, 2020 16:23Rojnameya Armen Pressê ji zarê Serokomarê vî welatî, Armên Sirkîsiyan nivîsî: ""Heke Tirkiye li Qerebaxê nebûya, ev şer dê gellek zû bi dawî bihata"."