Moskoyê li ser hewildana jibo çareseriya dîplomatîk a qeyrana Qerebaxê pêgirî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321247-moskoyê_li_ser_hewildana_jibo_çareseriya_dîplomatîk_a_qeyrana_qerebaxê_pêgirî_kir
Berdevkê Krêmlînê qala dewama hewildanên siyasî û dîplomatîk ên Rûsiyê jibo bidawîanîna pevçûnên navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2020 16:31 Asia/Tehran
  • Moskoyê li ser hewildana jibo çareseriya dîplomatîk a qeyrana Qerebaxê pêgirî kir

Berdevkê Krêmlînê qala dewama hewildanên siyasî û dîplomatîk ên Rûsiyê jibo bidawîanîna pevçûnên navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê kir.

Li gorî rapora Trend Newsê, Dmîtrî Pêskov, Berdevkê Krêmlînê roja Duşemiyê ragihand ku Rûsiye hemî hewildana xwe jibo çareseriya siyasî û dîplomatîk a pevçûnê li Qerebaxê bi kar tîne.

Berdevkê Krêmlînê di gotûbêja digel nûçegihanan di vî warî da, got: Rûsiye hema wisa hemî hewildana xwe bi kar tîne da ku vê pevçûnê bi riya amûrên siyasî û dîplomatîk çareser bike.