li Efganistana bin destê koma Talibanê, di demeke ku binpêkirinên li dijî jinan didomin û rola wê bi temamî di jiyana giştî de hatiye dûrxistin, li Mezar Şerîf cenazeyên 4 jinên efgan hatin dîtin.
Li parêzgeha Bedlîsê li Kurdistana Tirkiyê di barhilgirekê de 149 koçberên Efxan hatin desteserkirin. Herwiha şofêrê barhilgirê jî bi tohmeta rêkxistina qaçaxiya koçberan hat girtin.
Rêveberê bername û alîkariyên derveyî ya Wezareta Perwerdehiyê (Mearif) a dewleta demkî ya Talibanê li Efxnistanê qala vegeriyana hemî keçikan bo dibistanan di pêşerojeke nêzik da kir.
Hejmara kuştî û birîndarên êrîşên terorîstî yên îro Sêşemê li paytexta Efganîstan Kabulê ji 70 kesan derbas bû.
Li parêzgeha Nengerharê ya li rojhilatê Efxanistanê, herî kêm 65 terorîstên DAIŞê xwe radestî rayedarên koma Talîbanê kirine.
Wezîrê karên derve yê Îranê ji gişt welatên cînarê Efxanistanê, NY û civatên navneteweyî xwest ku alîkariyên xwe yên însandostane bişînin Efxanistanê.
Li parêzgeha Nengerharê ya li rojhilatê Efganîstanê êrîşeke bombeyî û çekdarî pêkhat. Di êrîşê de 2 kes ji wan endamên Talîbanê, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov da zanîn ku heger Talîban sozên xwe yên ku beriya bighêje desthilatê dane bi cih neyne, Moskowa hikumeta wê bi fermî nas nake.
Hêzên Koma Talibanê endamekî payebilind ê koma terorîst a DAIŞê girt.
Nûnerê Taybet yê bo Efganistanê yê Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ew ne li bendê ne ku di hevdîtinên bi Talîbanê re, ku dê di hefteya pêş de li Moskowê li dar keve, pêşdeçûneke girîng çêbibe.