Taliban: Bi zûtî hemî keçikên efxan dê vegerin dibistanan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329800-taliban_bi_zûtî_hemî_keçikên_efxan_dê_vegerin_dibistanan
Rêveberê bername û alîkariyên derveyî ya Wezareta Perwerdehiyê (Mearif) a dewleta demkî ya Talibanê li Efxnistanê qala vegeriyana hemî keçikan bo dibistanan di pêşerojeke nêzik da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 03, 2021 06:57 Asia/Tehran
  • Taliban: Bi zûtî hemî keçikên efxan dê vegerin dibistanan

Rêveberê bername û alîkariyên derveyî ya Wezareta Perwerdehiyê (Mearif) a dewleta demkî ya Talibanê li Efxnistanê qala vegeriyana hemî keçikan bo dibistanan di pêşerojeke nêzik da kir.

Li gorî rapora ajansa Shafaghna'ya Efxanistanê, Wehîdullah Haşimî, Rêveberê bername û alîkariyên derveyî ya Wezareta Perwerdehiyê (Mearif) a dewleta demkî ya Talibanê li Efxnistanê got: Bi zûtî dê nûçeyên xweş derbarê vegeriyana keçikan bo dibistanan werin ragihandin.

Rêveberê bername û alîkariyên derveyî ya Wezareta Perwerdehiyê (Mearif) a dewleta demkî ya Talibanê li Efxnistanê her wiha got: Taliban sozdara fêrkirina keçikan e û di halê xebata li ser riyên ji bo vegerandina wan bo dibistanan e.

Wehîdullah Haşimî got: Tu fêrkareke jin li Efxanistanê ji kar nehatiye avêtin.

Ev derdora sê mehan e ku lawik û fêrkarên mêr ên efxan diçin dibistanê; Lê keçikên mezintir ji pileya şeşem û jinên fêrkar malnişîn bûne.