Di teqînên Kabulê de zêde ji 80 kes hatin kuştin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329787-di_teqînên_kabulê_de_zêde_ji_80_kes_hatin_kuştin_û_birîndar_bûn
Hejmara kuştî û birîndarên êrîşên terorîstî yên îro Sêşemê li paytexta Efganîstan Kabulê ji 70 kesan derbas bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2021 17:27 Asia/Tehran
  • Di teqînên Kabulê de zêde ji 80 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Hejmara kuştî û birîndarên êrîşên terorîstî yên îro Sêşemê li paytexta Efganîstan Kabulê ji 70 kesan derbas bû.

Li paytexta Efganîstanê Kabulê, nêzîkî nexwaşxana leşkerî ya herî mezin êrîşên bombeyî pêkhatin û li gor agahiyên herî teze  23 kesan canê xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn. Berî niha hejmara kuştiyên ji ber van teqînan 15 kes û ya birîndaran jî  34 hatibû ragihandin.

Li pêş nexwaşxaneya Serdar Mihemed Davud Xan a li herêma Wezîr Ekber Xan bombeyek hate teqandin û piştî wê jî li heman derdorê bombeyekî din hat teqandin.

Lê belê şahidên bûyerê dibêjin, di heyama kêmtir ji saetekê de dengên 4 teqînan li derdora û hundirê nexweşxana Serdar Mihemed Davûd Xan hatin bihîstin û tê gotin ku êrişkarên ku êrişî navenda pizîşkî kirine endamên koma têrorîst a DAIŞê ne.

Ji aliyê din ve cîgirê berdevkê Talîban Bîlal Kerîmî got, teqîna yekem li deriyê nexweşxanê û teqîna din jî li nêzîkî wê rû da.

Rayedarên Talîbanê heta naha derbarê hûrgiliyên bûyerê de ti daxuyaniyek nedane û rêyên ketin û derketina wê herêmê jî hatine daxistin.

Bi deshilatdarbûna Koma Talîbanê li Efxanistanê di heyama du mehên borî de, deverên curbicur ên vî welatî bi taybet Kabul bi caran rastî êriş û teqînên terorîstî hatin û ev mijar bûye sedema nerazîbûnên tund ên welatiyan.