Polîsê Tirkiyê li parêzgehên Erzerom û Erzînganê yên Kurdistana Tirkiyê 46 koçber desteser kirin.
Bi diruşma "Vegera ewle armanca me ye" Komîteya Koçberên Serêkaniyê li hola "Zanîngeha Rojava" ya li Qamişloyê şevbuhêrkeke wêjeyî û hunerî li dar xist.
Li navçeya Beyoglu ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê ve 120 koçberên neqanûnî hatin desteserkirin.
Karbidestekî ewlekarî yê Tûnisê piştrast kir ku 4 qayiqên (botên) ku koçber tê de bûn li peravên vî welatî binav bûn û herî kêm 12 koçberên Afrîqî hatin kuştin.
Li parêzgeha Meletiyê ya Tirkiyê 32 koçber û li parêzgeha Muglayê ya Tirkiyê jî 46 koçber hatin desteserkirin.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê belav kir, 43 koçberên neyasayî ku di parêzgeha Silêmaniyê re derbasî nava xaka Iraqê bûn, hatin desteserkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê belav kiriye, di çarîka yekem a 2022an de 21 hezar û 87 koçber ku bi rêyên qeçax xwe gihandine Tirkiyê bo welatên wan hatine dersînorkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dixwaze hejmara wan penaberan eşkere bike ku nasnameya Tirkiyê wergirtine û dipirse, ew tedbîrên emnî çi ne bo piştrastbûna ji wan penaberên we nasname daye wan?
Hêzên jandirme yên Tirkiyê li parêzgeha Kiriklaraliyê careke din 81 koçber ku tê gotin bi awayê neqanûnî derbasî Tirkiyê bûne, girtin.
Li navçeya Rêya Ermûşê ser bi parêzgeha kurdan a Wanê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê 50 koçberên Efxanistanî hatin desteserkirin.