Li Rihayê 7 qaçaxçî û 36 koçber hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334493-li_rihayê_7_qaçaxçî_û_36_koçber_hatin_desteserkirin
Li parêzgeha Rihayê ya Kurdistana Tirkiyê 36 koçberên ji 4 welatan û herwiha 7 qaçaxçî hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 10, 2022 10:36 Asia/Tehran
  • Li Rihayê 7 qaçaxçî û 36 koçber hatin desteserkirin

Li parêzgeha Rihayê ya Kurdistana Tirkiyê 36 koçberên ji 4 welatan û herwiha 7 qaçaxçî hatin desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, tîmên Rêveberiya Ewlekariya Rihayê, di çarçoveya rêgirîkirina koçberan, operasyonek pêk anîn.

Di operasyonê de bi hinceta veguhistina koçberan ji rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê bo bajarên rojavayê vî welatî 7 kes hatin desteserkirin.

Herwiha di operasyonê de 36 koçberên Efxan, Pakistanî, Iraqî û Sûrî jî hatine desteserkirin.

Heft kesên qaçaxçî piştî temambûna karê wergirtina îfadeyên wan li Rêveberiya Ewlekariya Rihayê, ew birin Dadgeha Rihayê. Herwiha 36 koçber jî bo Îdareya Koçê ya Rihayê hatin radestkirin.