-
Wezîrê libnanî: Dewleta Sûriyê hemû derfetên pêwîst ji bo pêşwaziya ji awareyên sûrî dabîn kirine
Îlon 05, 2022 18:35Wezîrê Wezîrê Koçberî û karûbarên Penaberan ê Libnanê got: Dewleta Sûriyê hemû îmkanên pêwîst ji bo pêşwaziya ji awareyên sûrî dabîn kirine û bernameya vegera wan bo welatê xwe dê ji hefteya bê bi cih were.
-
‘Koçkirina welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ji sedê 40 zêde bûye’
Tebax 17, 2022 10:59Saziya Lutke ya Karûbarên Koçber û Penabaran ragihand ku tevî metirsiya zêde ya rêya koçberiya neqanûnî jî, koçberiya welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji sedê 40 zêde bûye. Tê gotin ku piştî sala 2020î rêje wiha zêde nebûye.
-
Tirkiyê 136 koçberên din ên bêdestûr ên Efxanistanî şandin welatê wan
Tebax 14, 2022 10:19Li Îdira Tirkiyê 136 koçberên bêdestûr ên welatiyên Efxanistanê ku dereqanûnî hatine Tirkiyê, ber bi welatê wan va hatin şandin.
-
Neteweyên Yekbûyî: Di nîveka yekem a 2022an de 1200 koçber xeniqîne
Tebax 14, 2022 07:40Komîsyona Bilind a Karûbarên Koçberan ya Neteweyên Yekbûyî diyarkir tenê di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de 1200 koçber di rêyên deryayî de xeniqîne yan jî wenda bûne. Hat gotin heta niha jî çarenûsa gelek ji wan nayê zanîn.
-
Ji Tirkiyê 227 penaberên din ên efxan hatin dersînorkirin
Tebax 13, 2022 11:53Ajansa nûçan a Tasnim`ê, li gor zanyariyên ku ji berpirsên Dezgeha Koçberiyê ya Tirkiyê wergirtine ragihand, ji 1ê Çileya îsal ve heta niha bi giştî 3 hezar û 997 penaberên Efxanî yên ku li Tirkiyê dimînin, hatine dersînorkirin.
-
Bi dehan penaxwazên Efxan ji Tirkiyê hatin dersînorkirin
Tebax 12, 2022 17:49Tirkiyê 136 penaxwazên Efxan girtin û ew li welatê wan vegerandin.
-
Bota koçberan binav bû; ji 93 kesên têde piranî Kurd in
Tebax 11, 2022 23:07Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyayî, Bekir Elî ragihand, ji 93 kesên ku duh li Deryaya Egeyê û li sînorê deryayî yê Yewnanistanê bota wan binav bû, tenê 29 kes hatine rizgarkirin û 64 kes bêserûşûn in ku ji çar parên wan 3 par Kurd in.
-
Agir bi konê koçberan ket; 2 zarokên birayên hev jiyana xwe ji dest da
Tebax 07, 2022 21:30Li Kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê agir bi konekî koçberan ket, di encamê de 2 zarokên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da.
-
Ji despêka îsal heya niha zêde ji 132 hezar koçber li Tirkiyê hatine destserkirin
Tebax 02, 2022 21:55Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku ji destpêka îsal ve di nav Tirkiyê de 132 hezar û 430 koçberên neqanûnî hatine destserkirin û 61 hezar û 14 ji wan jî bo welatê wan hatine deportkirin.
-
NY: Li ser sînorê Polonya-Belarus 20 koçberan jiyana xwe ji dest daye
Tîrmeh 31, 2022 10:32Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bîlançoya koçberên li ser sînorê Polonya û Belarusê jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir û destnîşan kir ku zêdetirî 20 koçber ji ber tundutijiyê li ser sînorê Polonya û Belarusê jiyana xwe ji dest daye.