Bi dehan penaxwazên Efxan ji Tirkiyê hatin dersînorkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335825-bi_dehan_penaxwazên_efxan_ji_tirkiyê_hatin_dersînorkirin
Tirkiyê 136 penaxwazên Efxan girtin û ew li welatê wan vegerandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2022 13:19 Asia/Tehran
  • Bi dehan penaxwazên Efxan ji Tirkiyê hatin dersînorkirin

Tirkiyê 136 penaxwazên Efxan girtin û ew li welatê wan vegerandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Ev welatiyên Efxan roja Pêncşemiyê di bin tevdîrên giran ên ewlehiyê ji navenda ragirtina penaberan li Rêveberiya Koçberiyê ya Erzerûmê bo balefirgeha bajêr hatin veguhestin û bi balefirê bo Kabula paytexta Efxanistanê hatin şandin.

Li gorî gotina Rêveberiya Koçberiyê ya Erzerûmê, ji destpêka îsal va 4 hezatr û 130 penaxwazên Efxan, hezar û 192 pakistanî ji vî bajarî bo welatê xwe hatine vegerandin.

Tirkiye tûşî qeyrana aborî ya giran bûye û dewleta vî welatî dersînorkirina penaxwazan xistiye rojeva xwe. Li gorî amarên weşandî derbarê penaxwazên dersînorkirî ji Tirkiyê, wisa xuya ye ku welatiyên Efxan armanca Enqereyê ya sereke ne.