Li eyaleta Teksas a Amerîkayê duh minibûsa ku koçber têde bûn ji ber lêketina li stûneke elektrîkê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Yekîtiya Ewropayê diyar dike ku divê Tirkiye hemû xalên rêkeftina li ser koçberan cîbicî bike, bi taybetî ewên ku rizamendiya wergitinê ji wan re hatiye, herwiha ewên ku daxwaza wan a mafê penaberbûnê hatiye redkirin.
Berdevkê Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) Paul Dillon ragihand ku li Behra Spî di sala 2021ê de ê 970 koçberên bêdestûr canê xwe ji dest dan.
Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM), ragihand ku li nav Deryaya Spî li peravên Lîbyayê belema koçberên neyasayî hilgirtibûn niqûm bûye û herî kêm 57 kesan canê xwe ji dest dane.
Li devera Erdîş ya Wanê li başûrê rojhilatê Tirkiyê bi dehan koçberên qaçax hatin girtin.
Li bajarê kurdî yê Wan li başûrê rojhilatê Tirkiyê di encama bûyereke hatûçûnê de 12 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, boteke(qayiqeke) koçberan li peravên Yemenê noqî avê bûye û di bûyerê de 300 kesan canê xwe ji dest dane.
Li nahiya Dareto ya Hewlêrê konên 8 malbatên koçberên Efrînê şewitîn û di encamê de hemû kelûpelên wan ji nav çûn, lê ziyana canî neghişt ti kesî.
Welîd Mihemed Nûrî di nava rewşên zehmet ên koçberiyê de û paşketina rewşa aborî de çêkirina guldankan hilbijart û ji xwe re wek karekî dît.
“Dema ku em tî dibin, em qedeha avê didin aliyekî heta ku em pir tî dibin û piştre vedixwin.” Ev gotina koçberên ji Serêkaniyê ye ku li kampa Waşûkanî jiyana xwe didomînin li gel ku dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê ava stasyona Elok li ser kantonê qut kiriye.