Iraq pasaporta demkî ji bo koçberên ser sînorê Lîtvanya çêdike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i328457-iraq_pasaporta_demkî_ji_bo_koçberên_ser_sînorê_lîtvanya_çêdike
Wezareta derve ya hikûmeta Iraqê pasaporta demkî ji bo wan koçberên li sînorê di navbera Belarus û Lîtvanya de asê mane çêdike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2021 09:04 Asia/Tehran
  • Iraq pasaporta demkî ji bo koçberên ser sînorê Lîtvanya çêdike

Wezareta derve ya hikûmeta Iraqê pasaporta demkî ji bo wan koçberên li sînorê di navbera Belarus û Lîtvanya de asê mane çêdike.

Berdevkê wezareta derve yê Iraqê Ehmed Sehaf di beyanameyekê de ragehand: ‘’Duh 23.08.2021ê şandeyekî dîplomatîk a konsolê Iraqê serdana kampa Pabrade ya li ser sînorê Lîtvanya kiriye.

Şandeyê di civîna xwe ya dawiyê de li gel îdareya kampê, pasaporta demkî ya Iraqê ji bo wan hemwelatiyan çêkiriye, ku bi dilê xwe vegerin Iraqê.

Li gor zanyariyên berdest 275 koçberên Iraqê û herêma Kurdistanê ku 14 malbat jî di nav wan de ne, li ser sînorê navbera Belarus û Lîtvanyayê asê mane û hêzên leşkerî yên Lîtvanyayê rê nadin wan ku derbasî axa wan bibin û ji wê derê ve derbasî Ewrupa bibin.

Berî naha Yekitiya Ewrupayê rexne li desthilatdarên Iraqê kiribûn, ku di bin navên geştên komî de penaberên wî welatî diçin Belarus û ji wê derê ve jî bi qaçaxî berê xwe didin Lîtvanya.