Êvara Yekşemê, çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hin ajawegêr û serhildêran êrişî konsulxana Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kerbelayê ya Iraqê kirine.
Merasima salvegera şehîdbûna serdar Qasim Silêmanî û şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis li konsolxana Îranê Li Kerbelayê û gelek welatên cîhanê li dar ket.
Rêûrisma xwendina Ziyaretnameya Erbeînê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji çend deqîqeyan beriya niha va li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) destpê bû.
Îsal bi belavbûna Vîrûsa Koronayê û sînordarbûna çûyîna ziyaretkerên derveyî bo Iraqê, şîeyên Iraqê meşa mezin a Erbeîna Îmam Husên (S) bi berçavgirtina babetên paqijî û tendurustiyê û danîna maskeyê pêk tînin û vê yekê rewş jibo ziyaretkeran dijwar kiriye.
Îro Pêncşemî 20ê meha Sefera sala 1442an a Koça Heyvî hevdem digel 8ê Cotmeha 2020î, Çilema şehadeta hezretê Îmam Husên (S), Îmamê sêyem ê şîeyan û hogirên wî yên sozdar li çola Kerbelayê ye.
Îrana Îslamî sibê pêncşemê li roja Çilema (Erbeyîna) şehadeta Îmamê Huseyn (S) û ehlê beyta wî hezretî û heval û hogirên emekdar ên wî hezretî tazîdar e.
Hevdem digel çilema şehadeta hezretê Eba Ebdullah ul-Husên (S) û hogirên wî yên sozdar, rêûrisma xwendina Ziyaretnameya Erbeyînê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) were lidarxistin.