Rizgarkirina 42 kesan ji şewata otelekê li Kerbelayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336311-rizgarkirina_42_kesan_ji_şewata_otelekê_li_kerbelayê
Erkantiya alîkariyê ya bajarên Iraqê ragihand ku 42 kes ji şewata hotêlekê li Kerbelayê rizgar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2022 15:27 Asia/Tehran
  • Rizgarkirina 42 kesan ji şewata otelekê li Kerbelayê

Erkantiya alîkariyê ya bajarên Iraqê ragihand ku 42 kes ji şewata hotêlekê li Kerbelayê rizgar bûne.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya ajansa nûçeyan a IRNA`yê, navenda alîkariyên bajarvaniyê yên Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku 42 kesan ji şewata hotêlek li Kerbelaya Muela (başûrê Iraqê) hatin rizgarkirin û di vê bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan ku yek ji wan jineke Îranî ye.

Fermangeha hawarhatina bajarokan a Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ku lêkolîn bo destnîşankirina sedema şewata ku ji ber binpêkirina rêwerzên ewlehiyê derketiye, didome.