Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku wan operasyon û gerrên leşkerî yên hevbeş ên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji nû ve dest pê kirine.
Şandina çek û rextên nû ji aliyê artêşa Sûriyê va bo navçeyên bakûrê vî welatî nîşana îhtimala nêzikbûna operasiyonekê ye ku Tirkiyê gefa wê yekê xwariye.
Tirkîyê ragihandîye ku mercên nû di berdêla destpênekirina operasyona bejayî dijî deverên bakûrê Sûrîyê destnîşan kirine.
HSD'yê bi daxuyaniyekê bîlançoya duh ya êrişên Artêşa Tirkiyê eşkere kir û hate gotin; “Bi balafirên şer, top û tankan bombe li zêdeyî 90 gund û bajarokî hate barandin.”
HSD'yê diyar kir ku êrişên artêşa Tirkiyê di roja 6'an de dewam kirin û 77 gund û bajarok hatine bombebarankirin.
Artêşa Tirkiyê îro jî êriş bire ser hin navçeyên bakûrê Iraq û Sûriyê.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrişên artêşa Tirkiyê yên 23'yê Mijdarê ragihand. HSD'yê da zanîn ku êriş li ser 116 gund û bajaran çêbûne û 2 şervanên wan û endamekî Asayîşê hatine kuştin. Her wiha tevî 2 leşkerên Sûriyê bi dehan sivîl jî birîndar bûne.
Pentagonê, diyar kir ku êrişên hewayî yên Tirkiyê gefek li armanca têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dixwe, parlimana Ewropa û Rûsyayê jî bang li Tirkiyê kir ku gavên zêde neavêje.
Hejmareke hêzên Tirkiyê yên taybet derbarê navçeya bin kontrola komên çekdar ên bi navê "Artêşa Neteweyî" ya bin sîvana piştevaniya Enqereyê li bajarê E'zazê yê bakûrê bajarê Heleba Sûriyê bûn.
Fermandarê Gişt ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar kir tu têkiliya hêzên wan bi teqîna li Stenbolê tuneye.