Idiayên nû yên HSD derbara pişikdarîya netewî li Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i357487-idiayên_nû_yên_hsd_derbara_pişikdarîya_netewî_li_sûrîyê
Yek ji fermandeyên Yekîneyên Parastina Jinan û HSD got: Hevhatinnameya 10ê Adarê derfeteke girîng ji bo pişikdarîya netewî ya rastî li Sûrîyê ye.
(last modified 2025-12-14T12:05:11+00:00 )
Kanûn 14, 2025 15:09 Asia/Tehran
  • Idiayên nû yên HSD derbara pişikdarîya netewî li Sûrîyê

Yek ji fermandeyên Yekîneyên Parastina Jinan û HSD got: Hevhatinnameya 10ê Adarê derfeteke girîng ji bo pişikdarîya netewî ya rastî li Sûrîyê ye.

Sozdar Heciyê pêgirî kir ku ev rêkevtiname divê ser bingeha nuneratîya dadmendane ya hemî pêkhateyên etnîkî, dînî û mezhebî yên welêt were bicihanîn. Wê herwiha got: Ev hevhatinname hela jî bihitbar u ser masê ye û ti xaleke dijî Sûrîyê tê da tineye, lê pirsgirêk u berbenda sereke asta pabendbûna alîyan derheq bicihanîna tam a xalên wê ye. Sozdar Hecîyê herwiha pêkanîna hikûmeta hevalbendîyê yek ji xalên herî girîng ên vê rêkevtinameyê zanî û pêgirî kir ku hemî welatî ji wan kurd, ereb, elewî u mesîhî divê tevî parastina nasnama xwe ya çandî ji mafên beranber sûdmend bin.