-
Budceya ku Pentagon ji bo HSDê daxwaz dike diyar bû
May 29, 2021 20:49Wezareta Berevaniya Amerîkayê, ji bo xerciyên berevaniyê bo sala 2022, daxwaza 715 milyar dolaran dike ku beşa 522 milyon dolar bo “programa meşq-pirçekkirin a ji bo girtina pêşiya DAIŞê” li Iraq û Sûriyê terxan kirine. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî beşek ji wê programê ne.
-
Wezîrê Derve yê Sûriyê daxwazek ji HSDê kir
May 25, 2021 14:21Wezîrê Derve yê Sûriyê, Fêysel Miqdad ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwest ku rê bide hilbijartinên serokatiya Sûriyê li navçên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bên lidarxistin û xelk biçe ser sindûqan ji bo hilbijartina serokomarê Sûriyê.
-
HSD: Li Dêrazorê 24 terorîstên DAIŞê hatin girtin
May 25, 2021 09:36Fermandehiya HSDê ragihandiye, hêzên HSDê bi alîkariya hêzên asayişê karîn 24 terorîstên DAIŞê li devera Cezîra El Buhemîd li parêzgeha Dêrazorê bigirin.
-
Li kampa Holê ya rojhiletê Sûriyê du jinên din yên Iraqî hatin kuştin
May 19, 2021 19:54Li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê li rojhilatê Sûriyê ku malbatên DAIŞê tê de ne, 2 jinên Iraqî hatin kuştin.
-
Fermandariya QSD`ê bi rayedarên Amerîkayê re civiya
May 18, 2021 18:44Fermandarê Giştî yê QSD`ê destnîşan kir ku civîneke encamgir bi şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîka û Koşka Spî re pêk hatiye, tê de teqezî bi mayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmê ji bo serkeftina li dijî DAIŞ`ê û xurtkirina Desthilata bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatiye kirin.
-
Şandeke payebilind a Amerîkayê bi rayedarên HSDê re civiya
May 18, 2021 10:23Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser malpera xwe ragihand ku şandeke payebilind, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ligel rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civînek pêk anî.
-
HSD:Li derdora Dêrazora Sûriyê 39 terorîstên DAIŞî hatin destesrkirin
May 14, 2021 08:23Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku şaneyên DAIŞê ku Dixwestin di rojên cejna Remezanê de “êrişên terorîstî” lidarbixin hatin desteserkirin.
-
HSDê li nêzikî sînorê Sûriye û Iraqê operasyoneke berfireh encam da
May 12, 2021 20:50Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) operasyoneke ewlekarî li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li sînorê di navbera Sûriya û Iraqê de pêk anî.
-
QSD: Operasyona geliyê El-Ecîc di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike
May 11, 2021 16:48Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku operasyona hêzên QSD`ê li geliyê El-Ecîc, di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.
-
QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkiyê derewandin
May 09, 2021 17:00QSD`ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirkiyê derewandin û got belavkirina wan nûçeyan asta bêçaretiya wan nîşan dide.