Çeteyên Tirkiyê gundekî kurdên Sûriyê girtin lê HSDê dîsa ji wan stand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i326708-Çeteyên_tirkiyê_gundekî_kurdên_sûriyê_girtin_lê_hsdê_dîsa_ji_wan_stand
Çeteyên dewleta Tirkiyê gundekî kurdên Sûriyê dagirkirin, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dîsa ew gund ji destê wan rizgar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2021 11:08 Asia/Tehran
  • Çeteyên Tirkiyê gundekî kurdên Sûriyê girtin lê HSDê dîsa ji wan stand

Çeteyên dewleta Tirkiyê gundekî kurdên Sûriyê dagirkirin, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dîsa ew gund ji destê wan rizgar kir.

Şervanên HSDê gundekî bajarokê Til Temir yê kurdên Sûriyê ji destê çeteyên Tirkiyê rizgar kirin.

Şeva borî çeteyên Tirkiyê derbasî nav gundê Um El Kêf yê bajarokê Til Temir yê li bakurê Sûriyê bûn, ji ber şerekî giran di navbera wan û şervanên HSDê de derket.

Li gorî agahiyan, piştî şerekî giran şervanên HSDê karîn dîsa gund ji destê çeteyan derxînin.