Çavkaniyên sûrî derbarê êrişa mûşekî ya Tirkiyê ser meqerên hêzên HSD li derdora bakurê Helebê agahî dan.
Leşkerên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûriyê welatiyekî vî welatî kuştin û çend kesên din birîndar kirin.
Ferhad Şamî ji fermandeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje ku mijara DAIŞ'ê û dîlên vê koma terorîstî mijareke kesane nîne, belkî cîhanî ye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 2 çekdarên DAIŞ'ê li Dêrazorê desteser kirin.
‘Nazim Debax’ Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Tehranê got: “Hegera girêdana qada asimanî ya Tirkiyê li ser geştên asimanî ji balefirgeha Silêmaniyê û êrîşa ser vê balefirgehê ji ber helwêstên Yekitîya Niştmanî ya Kurdistanê (YNK) derheq kurdên Sûriyê ye; baştir e ku ev partî ji niha û pê va li ser berjewendiyên Herêma Kurdistanê bifikire.”
Endamekî Desteya Rêbertiyê ya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) wek berteka li hemberî gotinên Çawûşoglû ragihand: YNK’yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi helîkopteran pergal nekiriye.
Tirkîye razî bûye ku di berdêla qedexekirina karê partîyên nêzîkî PKK’yê li Silêmanîyê û bidawîhanîna hevkarîya YNK û kurdên Sûrîyê, rê bide geştên di navbera balafirgeha navneteweyî ya Silêmanîyê û Tirkîyê da û bilekis bên destpêkirin.
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku hêzên amerîkî li bakur-rojhilatê Sûrîyê dest bi rahênan û fêrkirina 230 çekdarên kurd kirin.
Medyayên iraqî ragihandin ku xwefirreke xweteqên li parêzgeha Dihokê ketiye xwarê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê bi berevanîya ji karnameya Enqereyê ya di têkoşîna dijî rêxistin û komên terorîst da, rapora Amerîkayê ya derbara terorîsmê da ret kir û ew xalifandina rastîyan a enqest bi nav kir.