Amadekarîya bo vegerandina 150 malbatên daiş’î ji Kempa Holê bo IraqêEndamekî parlimana Iraqê got: 150 malbatên daiş’î ji bo ku ji Kempa Holê bo welêt bên vegerandin, hatine amadekirin.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got: Tirkiye rê li ber şandina alîkariyê bo mexdûrên erdhejê digire.
Cemal Reşîd,Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Demokratîka Efrîn û Şehbayê- daxwaza alîkariya civaka cîhanî bo erdhejlêxistiyên Sûriyê kir.
Fîras Çekjîn Fermandeyekî “Operasyona Tolhildana endamên kuştî yên hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)” li Reqayê, bal kişand ser vê operasyonê û ragihand ku di navbera DAIŞ û Artêşa Tirkiyê de hevahengiyeke eşkere heye.
Hevalbendiya navneteweyî ya qaşo dijî DAIŞ’ê, karwanekî çek û rext û erebeyên eskerî bi rêya derbasgeha El-Welîdê derbasî bakur-rojhilatê Sûriyê kir.
Navenda Medyayî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi weşandina daxûyaniyekê ragihand, 68 endamên DAIŞ’ê li operasyona tolhildana endamên kuştî yên Asayîş û HSD’yê li Reqayê hatine desteserkirin.
Desteyeke Kurdên Sûriyê bi serdana xwe ya bo şamê digel rayedarên dewleta navendî ya Sûriyê hevdîtin pêk anî.
Amerîka dixiwaze her tim navbera Tirkîye û Sûrîya aloz be.