Serkirdeyekî DAIŞê li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê hat kuştin û herwiha serkirdeyekî heman rêxistinê jî hate girtin.
QSD’ê ragihand ku di operasyonekê li gundewarên Dêrazorê de serçeteyekî xeternak ê DAIŞ'ê de hate kuştin.
Hêzên QSD`ê derfet peyda kir ku UNICEF serdana girtîgeha Sînaa ya girtiyên DAIŞ`ê bike. QSD`ê destnîşan kir ku ji dema êrişên ve UNICEF rêxistina yekemîn e ku serdana girtîgehê dike.
QSD’ê ragihand ku operasyonên lêgerînê yên li avahiyên girtîgeha Sînaa bi dawî kir û dê têkildarî vê yekê demeke nêz daxuyaniyê bide.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD'ê, şaneya çeteyên DAIŞ'ê ya li kolana Axawat a taxa Xiwêranê xwe veşartibû têk bir. Li tevahî taxên bajar operasyonên lêgerînê berdewam in.
di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şaneyeke terorîstên DAIŞ`ê li taxa Xiwêran aliyê başûrê bajarê Hesekê şer derket.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 5 çeteyên DAIŞ'ê ku amedetiya êrişan dikir, li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê girtin.
Çavkaniyên Sûriyê ji bombebarankirina çend deverên niştecihbûnê li bakurê wî welatî ji aliyê firokeyên Amerîkayê ve ragihandin.
Medyaya Iraqê ragihand; di dema rûdana bûyerên Girtîgeha Xiwêranê de li Hesekê, hejmarek berçav a serkirdeyên DAIŞê ber bi sînorên Iraqê reviyan.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêj derdora 60 ta 90 çeteyên DAIŞ'ê li Girtîgeha Sinaa ya Hesekeyê mane ku xwe radestî şervanan nekirine û çek di destê wan de heye.